Li Kanadayê lehî rabû: Sê kes mirin, zarokek winda ye

Rayedarên Kanadayî ragihandin ku li rojhilatê welêt, ji ber felaketa mezin a lehiyê 3 kes mirin ku 2 jê zarok bûn. Hate ragihandin ku zarokek jî winda ye.

Di lehiyê de ku bandor li rojhilatê welêt kir, zarokên ku jiyana xwe ji dest dan, roja Şemiyê winda bûbûn.

Li eyaleta Skoçyayê barana ku dema asayî sê mehan dibariya di nava çend saetan de bariya, lewma lehî rabû. Di encamê de gelek wesayit û pir li ber lehiyê ketin.

Di bûyerê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di wesayiteke din de jî mêrek û zarokek winda bû. Cenazeyê mêr ê 52 salî roja Şemiyê hate dîtin. Lêgerîna li zarok hîn jî dewam dike.