Li Kanadayê lehî rabû: Kesek mir, bi hezaran kes hatin veguhastin

Li Kolombiyaya Brîtanya ya Kanadayê, ji ber barana zêde erd zemitî û lehî rabû. Ji ber vê karesatê kesekî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes hatin veguhastin.

Li ser rêya bejahî ya bi 250 kîlometreyî li bakurê Vancouverê, piştî ku erd şemitî cenazeyê jinekê hate dîtin.

Hate ragihandin ku hîn gelek kes û wesayit winda ne, lê hejmar ne diyar e.

Roja Duşemê li bajarê Merrittê yê bi 300 kîlometreyî li bakur rojhilatê Vancouverê 7 hezar kes hatibûn veguhastin.

Lehiyê çûn û hatina bi rêyên hesinî ya li Vancouverê jî asê kir.

Di dîmenan de ku ji aliyê televîzyonên Kanadayê ve hatin weşandin, tê dîtin ku baran sekinî jî be hîn gelek rê girtî ne û bajar di nava avê de ne.