Li Kanadayê ji ber teqînekê 15 kes birîndar bûn
Li bajarê Missigauga yê Kanadayê li restorantekê teqînek bû. Ji ber teqînê 15 kes birîndar bûn.
Li bajarê Missigauga yê Kanadayê li restorantekê teqînek bû. Ji ber teqînê 15 kes birîndar bûn.
Teqîn li restoranta bi navê Bombay Bhelê ku li bajarê Missisauga ye rû da.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê, herî kêm 15 kes ji ber teqînê birîndar bûne. Rewşa sê ji birîndaran jî giran e.
Li ser sedema teqînê agahî bi dest neket. Polîsên Kanadayê, teqîn weke 'bûyereke bi guman' bi nav kirin.
Hê nehatiye eşkerekirin bê di dema teqînê de çend kes li restorantê hebûn.