Li Kanadayê ji ber baranê bi hezaran kes ji malên xwe derketin

Li Kanadayê ji ber baranê biryar hate dayîn ku bila mirov ji malên xwe derkevin.

Wezareta Binesazî û Ragihandinê li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir piştî barana zêde heziyana erdê û lehiyê bandor li rêyên Kolombiyaya Brîtanyayê kirine.

Li cihê ku havînê ji ber şewata daristanê û bi barana zêde re bandor lê hate kirin jixwe otoban girtî bûn.

Li Merrrîtê ya ku 300 kîlometre li bakurê rojhilatê Vancoûverê ye ferman hate dayîn ku divê 7 hezar kes ji malên xwe derkevin.

Du pir hilweşiyan û ji ber ku pergala parzûnandinê ya avê naxebitî, şêniyên herêmê nikarin ji ava kaniyê sûdê werbigirin.

Rayedaran diyar kirin ku li rojhilatê Vancoûverê nêzî 100 wesayît di rê de mane.