Li Kalîforniyayê lehî rabû: 17 kes mirin
Li başûrê eyaleta Kalîforniyayê ya DYA’yê lehî rabû û 17 kes mirin.
Li başûrê eyaleta Kalîforniyayê ya DYA’yê lehî rabû û 17 kes mirin.
Tê gotin hê jî 13 kes winda ne. Lehî herî pir li herêma Santa Barbar xurt bû.
Kanûnê li vê herêmê şewateke mezin a li daristanan çêbûbû. Diyar bû ku bi lehiyê 100 mal xira bûne û 300 kes zirar dîtine.
50 kes ji deverên çiravê û ji nav xirbeyan bi saxî hatin xilaskirin. Lê hê jî hin dever hene ku nikarin xwe bigihîninê.
Piştî şewata meha bihurî li herêmê nebatên ku avê vexwin û axê ragirin neman. Ev bi mehan e ku baran nedibariya.
Li DYA’yê 2017’an gelek bobelat çêbûn û ziyaneke mezin dan. Li gorî hesaban ji van bobelatên kîşwerê bi qasî 306 milyar dolar ziyan çêbûye. Her wiha sala 2017’an sala herî germ bû li DYA’yê.