Li Kalîforniyayê bi pileya 7.1 erd hejiya
Şevê din saet 20:19’an li başûrê eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê bi pileya 7.1 erd hejiya. Navenda erdhejê 17 kîlometere ji bajarê Ridgecrest ku nifûsa wê 28 hezar e tê nîşandan.
Şevê din saet 20:19’an li başûrê eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê bi pileya 7.1 erd hejiya. Navenda erdhejê 17 kîlometere ji bajarê Ridgecrest ku nifûsa wê 28 hezar e tê nîşandan.
Li başûrê eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê bi pileya 7.1 erd hejiya. Beriya 36 saetan li heman herêmê bi pileya 6.4 erdhejek pêk hatibû.
Di erdhejê de kes nemir lê malek şewitî.
Erdhej li bajarê Las Vegas a Eyaleta Navada jî hate hîskirin. Li gelek salonên sînema, spor û cihên girtî yên li derdora bajêr mirov hatin derxistin.