Li Fransayê saetan beriya Olîmpiyatan li ser xetên trênê çalakiyên sabotajê pêk hatin

Çend saetan beriya merasîma Lîstikên Parîsê li dijî xetên trênê yên neteweyî gelek çalakiyên sabotajê pêk hatin. Li gelek cihan trafîk hate sekinadin û vê bûyerê bandor li 800 kesî kir.

Saziya rêyên hesinî ya neteweyî SNCF’ê roja Înê daxuyaniyek da û ragihand ku li ser xetên Atlantîk, Bakur û Rojhilatê yên trêna bilez tevahiya şevê çalakiyên sabotajê pêk hatine û di encama van çalakiyan de trafîk hatiye sekinandin û vê bûyerê bandor li 800 kesî kiriye.

SNCF’ê têkildarî bûyeran got: ‘’Bi armanca zirardayîna tesîsên me bi qestî şewat hatine derxistin. Hê tu kesî çalakî negirtine li ser xwe.’’

Serokwezîr Gabrile Attal têkildarî êrîşa li dijî SNCF’yê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Servîsên me yên îstîxbaratê û hêzên me me yên ewlekariyê ji bo peydakirin û cezakirina kiryarên vê bûyerê seferber bûne.’’

Wezîra Werzîşê Amelie Qudea Cesterayê jî li hemberî bûyerê nerazîbûnên xwe nîşan da û kesên ku dixwazin ‘’Lîstikên Werzîşvanan’’ sabote bikin, şermezar kir.