Pisporê NY’ê Îran bi qirkirinê sûcdar kir, Îranê ev yek red kir û şermezar kir

Pisporekî NY’ê Îran bi qirkirinê sûcdar kir. Hikûmeta Îranê jî ev yek şermezar kir.

Raportorê Taybet Javaid Rehman têkildarî rewşa mafên mirovên li Îranê, roja Duşemê rapor weşand û bang kir ku têkildarî ‘zilm û êrîşên’ ku piştî Şoreşa Îslamê li dijî muxalîfên siyasî tên kirin, lêpirsîneke navneteweyî were vekirin.

Di rapora pisporê serbixwe de, wiha hate gotin: “Di sala 1981-1982 û 1988’an de bêdarizandin, înfazên kêfî û bêdaraz, ji xeynî cînayeta li dijî mirovahiyê û sûcên îmhayê tê wateya qirkirinê jî.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî diyar kir ku weşandina raporê ‘ji bo lekekirina îmaja Îranê ye’ û ‘ev yek hewldaneke dijminan e’. Kanînî ev yek bi tundî şermezar kir.

Dîplomat Kananî pisporê NY’ê sûcdar kir ku “wezîfeya xwe ji bo xirabiyê bi kar tîne” û got: “Ti bingehê qanûnî yê van îdîayên ku ji aliyê vî raportorî ve hatine gotin, nînin û bi temamî tên redkirin.”