Hamas: Li Xezeyê hejmara miriyan bû 39 hezar û 145

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên li Fîlîstînê mirine, derket 39 hezar û 145’an.

Di daxuyaniya ji aliyê wezaretê ve hatî dayîn de, hat ragihandin ku ji destpêka şerê li dijî Îsraîlê û vir ve herî kêm 39 hezar û 145 kes li Fîlîstînê mirin.

Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 55 kes mirin û ji 7’ê Cotmehê ve 90 hezar û 257 kes li Xezeyê birîndar bûne.

Li aliyê din li Xezeyê di bombebaranên Îsraîlê de ji xeynî Han Yûnûs û Refahê (başûr), Cibaliye û Xeze (bakur) hatin hedefgirtin û li gorî Parastina Sivîl a xwecihî, 3 jê zarok 8 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.