Li Kaledonyaya Nû referandûma serxwebûnê

Li Kaledonya Nû ku giraveke li Pasîfîkê ye û di bin desthilatdariya Fransayê de ye, ji bo serxwebûnê îro referandûm heye.

Gelê Kaledonya Nû, ji bo çarenûsa xwe îro dengê xwe dide. Li gorî anketên ku heta niha hatine kirin, dijberên serxwebûnê li pêş in.

Tê gotin, rêjeya tevlîbûnê li gorî hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an gelekî zêde ye. Sala 2014'an ji bo hilbijartinên xwecihî 58.19 ji sedî yê dengdêran çûbûn ser sindoqan. Rêjeya tevlîbûna li referandûmê 73.68 ji sedî ye.

Piştî encamên referandûmê hatin eşkerekirin, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron wê li gorî dema Ewropayê piştî nîvro daxuyaniyekê bide.

Li Kaledonya Nû ku ji sala 1853'an ve di bin serweriya Fransayê de ye, nêzî 30 sal in karê dekolonîzasyonê tê kirin.