Li Kabûlê li dibistaneke leşkerî êrîşa xwekujî: 6 kes mirin
Li rojavayê paytexta Efganistan Kabûlê, li dibistaneke leşkerî êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 6 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Li rojavayê paytexta Efganistan Kabûlê, li dibistaneke leşkerî êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 6 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya polîsên Kabûlê, li Zanîngeha Parastinê ya Neteweyî ya Efgan êrîşeke xwekujî hate kirin.
Berdevkê polîsan Fîrdevs Faramarz daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, êrîş nîvro li cihekî nêzî deriyê zanîngehê pêk hatiye.
Hate ragihandin, çalakgerê xwekuj bi peyatî hate herêmê û ji ber ku leşkerekî ew dît beriya ku bigihêje armanca xwe bombeyên li ser xwe teqand.
Polîsan diyar kirin, li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirine, 6 kes jî birîndar bûne.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser milê xwe. Akademiya leşkerî ya neteweyî sala 2005'an ava bû û li wê derê efserên payebilind ên artêşê perwerdeyê dibînin.
Beşeke zanîngehê baregeheke bi ewlekariya bilind e ku leşkerên NATO'yê lê ne.