Li Kabîlê li dijî otobusa xebatkarên wezaretê êrîşek pêk hat

Li paytexta Efxanistan Kabîlê li dijî otobusa ku sivîlên xebatkarên hikûmetê tê de bûn êrîek pêk hat. Hate ragihandin ku di êrîŞê de herî kêm 4 kes mirîne.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedaran ve hatî dayîn, xebatkarên Wezareta Xizmetên Civakê ku ji ber cejna Remezanê diçûn mala xwe tê e bûn.

Berdevkê Komîsyona Xweser a Reformên Rêveberî û Xizmeta Civakê Ferîd Ahmed ji AFP’ê re axivî û got; “4 hempişeyên me mirin û 9 jî birîndar bûn.” Li gorî berdevk bombe bi motosîkletekê ve hatibû bicih kirin û li kêleka rê hatibû danîn.

Berdevkê Wezareta Karê Navxweyî Nasrat Rahîmî jî ragihand ku 5 kes mirîne, zêdetirî 10 kes birîndar bûne û hemû jî sivîlin. Rahîmî diyar kir ku bombe bi miknatisê li wesayîtê hatiye bicih kirin. Heta niha kesekê êrîş li xwe ne girtiye.

Roja Yekşemê li Kabîlê 3 êrîş pêk hatin. Di êrîşekê de otobusa ku xwendekar têde bûn bû hedef, piştre tîmên alîkariyê ku ber bi cihê bûyerê ve diçin bûn hedef. Di van teqînan de 2 kes mirin û 24 kes birîndar bûn. DAÎŞ’ê herdu teqîn li xwe girt.

Teqîna seyemîn jî wesayîteke Komîsyoan Hilbijartina Xweser kir hedef. Bombe bi miknatisê li wesayîtê hatibû bicih kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûbûn.