Li Kabîlê êrişa xwekujî

Li paytexta Efganistan Kabîlê di encama êrişeke xwekujî de herî kêm 3 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Karên Hundir li paytext Kabîlê li cihekî nêzî nuqteyeke leşkerî êrişa xwekujî hate kirin.

Berdevkê wezaretê Tarik Arîan ji bo êrişê got, "Sûcekî ku dijminên Efganistanê di meha Remezanê de li dijî sivîlan kiriye."

Hate ragihandin ku ji ber êrişa xwekujî herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birÎndar bûne.

Çavkaniyeke din a ewlekariyê jî diyar kir ku êriş li kampeke hêzên taybet hatiye kirin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê nedane ser milê xwe. Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd diyar kir ku ew lêkolîn dikin ku êriş ji aliyê Talîbanê ve hatiye kirin yan na.