Li Japonyayê madena ku têra sedan salên cîhanê bike hate dîtin

Zanyarên Japon li qadeke Okyanûsa Pasîfîk lêkolîn kirin û tê gotin ku li vê qadê çavkaniyên madenên hêja yên têra sedan salên cîhanê bike dîtine.

Sala 2013'an hatibû tespîtkirin ku li qadeke ji 2 hezar û 500 kîlometreçargoşeyî ya li peravên Girava Minamitorişima hatiye dîtin ku bi 2 hezar kîlometreyî dûrî paytext Tokyoyê ye. Zanyaran wê wextê texmîn kiribûn ku madena hatiye dîtin 6,8 milyon ton e. Lê belê eşkere bû ku ev madena hêja 16 milyon ton e.

Li gorî gotara li ser lêkolînê ku li kovara zanistiyê ya bi navê Scientific Reports hate weşandin, li 5 hezar metre binê okyanûsê madenên hêja hene ku di serî de ji bo motorên bi elektrîk, telefonên serdema nû û tûrbînên ba, ji gelek teknolojiyan re bê bikaranîn, hene.

ELEMENTÊN KU 420 HETA 780 HEZAR SALÎ TÊRA CÎHANÊ BIKE

Li gorî vê yekê, li vê herêma ku dikare ji pêwîstiya cîhanê ya 730 salan a dîsprozyûmê re bibe bersiv, îtriyûma ku bersivê bide pêwîstiya cîhanê ya 780 salan, heye. Tê gotin, çavkaniyên evropiyûm ên li madenên li vir hatine tespîtkirin, dikare 620 salan têra cîhanê bikin.

Çavkaniyên terbiyûmê yên li nêzî girava Minamitorişimayê hatine tepsîtkirin, ji bo 420 salan dikarin bersivê bidin pêwîstiya cîhanê ya bi vê elementê.

Ev çar element di teknolojiya wesayitên elektrîkê, bateryayên elektrîkê, ekran, tûrbînên ba, malzemeyên tibî û leşkerî de têne bikaranîn. Ji ber ku kêm têne dîtin, di kategoriya 'madeyên hêja' de ne.