Li Japonyayê ji ber lêhiyê 2 kes mirin

Li başûrê rojavayê Japonyayê ji ber lêhiyê 2 kes mirin, rayedaran li dijî lêhiyê daxwaza tehliyeya 870 hezar mirovan kir.

Rayedaran ragihandin ku ji ber lêhiyê 2 kes mirine. Hate ragihandin ku li gira Sagayê kesek bi wesayîta xwe li ber lêhiyê ket û mir, kesê din jî li Fûkûokayê ji ber bilindbûna avê dema ku xwest wesayîta xwe rizgar bike miriye.

Rayedaran daxwaza tehliyeya 870 hezar mirovan kir û biryara tehliyeya ne lezgînî ji bo mîlyonek mirovan jî da.

Servîsa meteorolojiyê li hinek herêmên girava Kyûshûyê hişyarî da.

Berdevkê hikûmetê Yoshîhîde Sûga got ku zirarên ji ber lêhiyê raporan amade dikin. Berdevk fikarên xwe yên têkildarî zirarên giran ragihand.