Li Japonyayê herî kêm 4 kes ji ber bahozê mirin

Li Japonyayê ji ber bahoza Neanmadolê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes birîndar bûn.

Bahozê êvara Yekşemê li peravên Kagoshîma yê li başûrrojavayê welêt xist. Bahoz li girava Kyûshû ya Mezin bû sedema ba û barana dijwar. Piştre berê xwe da bakurrojhilatê peravê derya Japon.

Li girava Kyûshû dar ji kokê rabûn, cam şikestin, av di ser çeman re fûriya. Berdevkê hikumetê Hîrozakû Matsûno anî ziman ku çar kesan jiyana xwe ji dest dan, 114 kes birîndar bûn ku rewşa 14 ji wan giran e.

Hewldanên ji bo dîtin û rizgarkirina kesên winda dewam dikin. Matsûno diyar kir ku bîlanço dibe ku girantir bibe.

Heta sibeha Sêşemê li welêt bi taybetî li Kyûshû 140 hezar xanî bê elektrîk man.

Li Japonyayê dema bahozan ji Tebaxê heta Îlonê dewam dike. Bi giranî dibe sedema lehî hezazê.