Li Japonyayê 3 hezar 700 kes li keştiyekê xistin karantînayê

Li nêzî paytexta Japonya Tokyoyê, ji ber vîrûsa Korona 3 hezar 711 kes li keştiyekê xistin karantînayê.

Rayedarên Japon ji bo lêkolîna li rewşa tenduristiyê ya rêwiyan dest bi kar kirin.

Hate ragihandin ku li keştiya bi navê Dîamond Prîncess a şîrketa Prîncess Crûîses a Emerîkayê 2 hezar 666 rêwî û hezar 45 personelên keştiyê hene.

Li gorî medya Japon, piştî ku hate tespîtkirin rêwiyekî 80 salî yê di 25'ê Çileyê de li Hong Kongê li keştiyê siwar bû bi vîrûsa Korona ye, biryar hate wergirtin ku tedbîra karantînayê bê wergirtin.

Berdevkê hikumetê Yoşîhîde Sûga roja Duşemê daxuyaniye da û diyar kir ku keştî rojekê zû gihîşt bendergeha Yokohama ya li rojavayê paytext Tokyoyê û wê bixin karantînayê.

Keştî êvara Şemiyê xistin karantînayê. Piştî lêkolînê hate tespîtkirin ku ew kes bi vîrûsê ye û keştî ji nû ve xistin karantînayê.

Li Japonyayê heta niha 20 kesên bi vîrûsê hatine tespîtkirin. Li 4 ji wan bêyî ku semptomek hebe vîrûs lê der bû.

Di çarçoveya tedbîrên dijî belavbûna vîrûsê de hikumeta Japon ji Şemiyê ve biyaniyên di dema nêz de li wîlayeta Hûbeî ya Çînê man nahêle ku derbasî welêt bibin. Vîrûs di meha Kanûnê de li bajarê Wûhan ê wîlayeta Hûbeiyê derketibû holê.