Li Israîlê li dijî Netanyahû xwepêşandanên nû

Israîlî li dijî hikûmeta Serokwezîr Netanyahû xwe berdanan kolanan.

Şemiyê êvarî li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin kirin. Li Kayseyrayê li ber mala Netanyahû, çalakiyên li xaçerêk û li ser piran hatin kirin her çendî ji hêla tevgerên cihê ve hatibin organîzekirin jî, dijberiya wan a li Netanyaû û gendeliyên rejîmê, daxwazên ji bo polîtîkayên sosyal û daxwazên polîtÎkayên bi alîgiriya avûhewayê weke xalên hevpar derketin pêş.

Li Qudsê li gel zêdebûna veqeyên vîrûsa koronayê û hewaya germ jî weke Şemiyên din vê şemiyê jî çalakî hatin kirin.

Di çalakiyê de ya li ber mala Netanyahû di navbeyna xwepêşandêr û çalekgeran de pevçûn derket, li gorî rayedaran du polîs birîndar bûn. Diyar nebû bê ka çalakger birîndar bûne yan na.

Netanyahû Mijdara 2019'an ji sê dozan bi gendelî, sixtekarî û îstîsmara pêewlebûnê hate sûcdarkirin. Cara pêşî ye ku Serokwezîrek hê li ser kar bi vî rengî tê sûcdarkirin.