Xwepêşandanên li dijî hikumetê yên li paytexta Iraq Bexda û bajarên Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriyeyê dest pê kirin nêzî sê meh in dewam dikin.
Di encama zexta çalakgeran de Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî neçar ma îstifa bike, lê vê yekê hêrsa çalakgeran kêm nekir. Çalakger ji ber ku daxwazên wan nehatine qebûlkirin hîn bi hêrs in.
Xwepêşandêr dixwazin hikumet û parlament bên betalkirin û bi hilbijartinên giştî çîna rêveber bê guhertin. Her wiha dixwazin dawî li bandora Îranê bê anîn.
Koalîsyona Bîna ku koma Şîa ya alîgirê Îranê, koalîsyon û lîsteyên Şîa di nav de hene, piştî îstifaya Abdulmehdî li şûna hilbijartinê ferz dikin ku ew namzetên xwe yên serokwezaretiyê diyar bikin û bi vî rengî hikumetê ava bikin. Li şûna guhertinê dixwazin sîstema heyî biparêzin ku vê yekê hêrsa li kolanan zêdetir kir.
Xwepêşandanên ku ji destpêka meha Cotmehê li gelek deveran dest pê kir di şeva Duşemê de li paytext Bexdayê ji nû ve mezin bûn.
Xwepêşandêrên ku daketin qadan û kolanan red kirin ku partiyên siyasî namzetan ji bo serokwezîr destnîşan bikin. Çalakgeran ji bo bikin ku partî dest ji vê yekê berdin gelek rêyên li Bexdayê li trafîkê asê kirin.
Li Kerbelayê xwepêşandêr ji bo kontrolkirina avahiya walîtiyê ketin nava hewldanan û hêzên ewlekariyê bi çekan bersiv dan xwepêşandêran. Tê gotin ku li Kerbelayê gelek xwepêşandêr birîndar bûn.
Li bajarên Nasiriye, Dîwaniye, El Hîlla û Kûtê jî gelek rê hatin girtin, hewl hate dan ku karmend neçin kar û deriyên dibistanan hatin asêkirin.
Ji ber zêdebûna xwepêşandanan û sûîqestên li dijî çalakgeran Yekîtiya Ewropayê nûnertiya wê ya li Iraqê meqamên Iraqê hişyar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîtiya Ewropa û welatên endam bi Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Yasîn Yasîrî re hevdîtinek kirin. Ji Yasîrî hate xwestin ku dawî li tundiya li dijî xwepêşandêran bê anîn û hîn bi cidiyet nêzî vê mijarê bibin."