Li Iraqê xwepêşandan berdewam dikin

Xwepêşandanên li Iraqê dewam dikin. Sazî û destgeh, daxuyaniyan didin. Çarçoveya Hemahengî, da zanîn ku divê xelkê Iraqê ji bo parastina saziyên fermî amade bin; Desteya Wezîrên Iraqê jî biryara lidarxistina civîna derasayî da.

Çarçoveya Hemahengî, ragihand ku dewlet û parastina saziyên destûrî xetên sor in û divê hemû Iraqî ji bo parastina wan a bi awayek ê aştiyane amade bin.

Çarçoveya Hemahengî, têkildarê xwepêşandanên îro yên li Bexdayê ku hîn dewam dikin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi fikarên zêde rewşa hundirîn dişopînin ku di vê rojê de, li paytext Bexdayê rû dide. Bi taybet destdirêjiya li ser saziyên destûrî, parlamentoyê, destihilatdariya dadwerî, baregehên fermî, hizbî û ewlehiyê. Dewlet û parastina saziyên destûrî, xetên sor in. Divê hemû Iraqî ji bo parastina bi aştiyane amade bin.“

Çarçoveya Hemahengî destnîşan kir ku bêyî destûr çûyîna bi ser saziyên edaletê û çêkirina qanûnan de binpêkirinek a metirsîdar û neqanûnî ye û ji bo ewlehiya civakî xeterî ye.

DAXUYANIYA NY’YÊ

Mîsyona Arîkariya bi Iraqê re ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNAMI) têkildarê xwepêşandanên li Iraqê dewam dike peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hat gotin: “Ji bo astengkirina şidetê, pêwistî bi aqlê selîm heye. Ji bo feydeya hemû Iraqiyan divê hemû alî tengaviyên xwe kêm bikin.”

Li paytext Bexda ya Iraqê Çarçoveya Hemahengî Mihemed Şiya Sûdanî wek endamê serokwezîr nîşan da û xwepêşandanên protestoyê yên piştevanên Mûqteda Es Sadr ên li hemberî vê yekê dewam dikin. Piştevanên Sadr dîsa bi ser avahiya parlementoyê girtin. 

KAZIMÎ BANGA GOTÛBÊJÊ KIR

Xwepêşandanên protestoyî yên alîgirên tevgera Sadr ên li dijî nîşandayîna wek namzed a Mihemed Şiya Sûdanî ya Çarçoveya Hemahengiyê dewam dikin. Piştgirên Sadr ên li Bexdayê derketin qadan, girtin bi ser Parlamentoyê Iraqê de û xwestin ber bi malên Nûrî el Malîkî û Ammar El Hakim ên rêberên Çarçoveya Hemahengiyê yên a li Herêma Kesk ve biçin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yê têkildarê xwepêşandanên protestoyî yên li Bexdayê daxuyanî da, bi peyamekê banga hestewariyê li gelê Iraqê û hêzên siyasî kir.

Di peyama Mistefa Kazimî ya li ser hesabê fermî yê Twitter ê Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê hat weşandin de wiha hat gotin: “Aliyên siyasî ji bo Iraq û Iraqiyan divê li hev rûnin û biaxivin, divê xwe dûrê zimanê xiyanetê û vederkirinê bikin. Danîna têkiliyê ji rijîna dilopek xwînê hêjatir e.’’

Kazimî di dawiya peyama xwe de wiha got: “Di vê em bi aqil û wijdanê xwe tevbigerin. Ne ji bo berjewendiyên biçûk lê divê ji bo Iraqê têbikoşin.“

DAXUYANIYA TEVGERA SADR

Tevgera Sadr jî li ser xwepêşandanên protestoyî daxuyanî da.

Salih Mihemed El Iraqî yê wek wezîrê Sadr tê naskirin li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand. Di peyama xwe de ev gotin kirin: “Em ji êrîşek a li dijî xwepêşandanên aştiyane aliyên siyasî berpirs dibînin. Hêzên ewlehiyê, bi reformê re ne. We, pereyê Iraqê dizî, lewma dev ji dirêjkirina xwîna saf berdin.“

BIRYARA CIVÎNA DERASAYÎ

Xwepêşandan berdewam in. Xwepêşanderên ketin Herêma KESK, girtin bi ser avahiya parlamentoyê de.

Hat zanîn ku xwepêşander, ber bi avahiya Desteya Wezîran û Konseya Darizandina Bilind ve diçin.

Desteya Wezîran a Iraqê, bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî biryara lidarxistina civîna derasayî