Li Iraqê tundî zêde bû, bi dehan çalakger mirin

Roja Pêncşemê yek ji rojên herî dijwar û giran ên pêvajoya xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Iraqê bû. Lİ başûrê Iraqê nêzî 40 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Iraqê bîlançoya roja Pêncşemê gelekî giran bû. Piraniya kesên hatin uştin li başûrê welêt hatin kuştin ku avahiyên hikumetê li wê herêmê di hedefa xwepêşandêran de bûn.

Xwepêşandanên li Bexda û bajarên Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Nasiriye û Dîvaniye yên Şîa du meh in didomin. Di çalakiyan de tê xwestin ku çîna rêveberiyê ya Iraqê bê guhertin. Heta niha zêdeyî 390 kes di dema xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan û 16 hezar kes jî birîndar bûn.

Piştî ku Konsolosxaneya Îranê ya li bajarê Necefê Çarşemê hate şewitandin, xwepêşandanên protestoyî roja Pêncşemê jî bênavber dewam kirin. Hêzên dewletê yên Iraqê bi rengekî tund dest li çalakgeran werdan. Li gelek bajaran fîşekên rastî li dijî çalakgeran hatin bikaranîn.

Li bajarê Nasiriyê yê eyaleta Zîkarê li gorî daneyên fermî 25 çalakger roja Pêncşemê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî hin çavkaniyan herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 250 kes jî birîndar bûn.

GENERALEK JI WEZÎFEYÊ HATE DÛRXISTIN, WALÎ ÎSTIFA KIR

Zîkar warê Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ye. General Celîl eş-Şammarî yê di nava maseya krîzê ya li Zîkarê de hebû, ji ber ku fermana bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandêran da ji wezîfeyê hate dûrxistin. Dema ku Şammarî ji wezîfeyê hate dûrxistin Waliyê Zîkarê Adil Dûheylî jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku eger rewşa li wîlayetê bi vî rengî bidome wê îstifa bike. Dûheylî doh tevahiya rojê bang kiribû ku ew general ji wezîfeyê bê dûrxistin.

Demeke kurt piştî daxuyaniya nivîskî Waliyê Zîkkarê Adil Dûheylî daxuyaniyeke nû weşand û ragihand ku wî ji wezîfeya xwe îstifa kiriye. Dûheylî ji bo sedema îstifaya xwe jî got, "Waliyekî ku nikare gelê bajêr biparêze divê ji wezîfeyê îstifa bike. Fermana bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandêran ji aliyê me ve nehate dayin."

RÊXISTINA EFÛYÊ: BANYOYA XWÎNÊ RAWESTÎNIN

Li eyaletê biryargeha polîsan ji aliyê çalakgeran ve hate şewitandin û fermandariya leşkerî hate dorpêçkirin. Bi hezaran kesî qedexeya derketina derve binpê kirin û li navenda bajêr kortej ava kirin. Rêxistina Efrûyê jî diyar kir ku li Nasiriyeyê rewşeke şer heye û bang li civaka navneteweyî kir ku 'vê banyoya xwînê' rawestînin.

LI NECEFÊ HERÎ KÊM 3 ÇALAKGER HATIN KUŞTIN

Yek ji bajarên ku roja Pêncşemê çalakî lê hebûn bajarê pîroz ê Şîa Necef bû. Tevî ku piştî şewitandina konsolosxaneya Îranê ketin û derketina bajêr qedexe bû xwepêşandanan dewam kirin. Ji ber destwerdana hêzên dewleta Iraqê li Necefê 3 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.

Li Bexdayê jî li gorî komîsyona mafên mirovan a hikumetê du xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarekî din ê pîroz ê Şîa li Kerbelayê di navbera hêzên dewletê û çalakgeran de şer qewimî. Di şer de gelek kes birîndar bûn.