Li Iraqê şûr ji kalanê wê tê derxistin

Li Iraqê xebatên avakirina hikûmetê didomin. Malîkî û damezirînerê Heşdî Şebî û fermandarê berê yê Tûgayên Bedîrê Hadî Amirî got, ew ê hikûmeteke nêzî DYA’yê hilweşînin.

Li Iraqê piştî hilbijartina giştî ya 12’ê Gulanê hewldanên avakirina hikûmetê didomin. Fermandarê berê yê Tûgayên Bedîrê Hadî Amirî, ku Tûgayên Bedirê ku di bin banê Heşdî Şebî de ye û di eniya Nûrî Malîkî yê nêzî Îranê de ye, daxuyaniyeke hişk da.

Lîderê Koalîsyona Fetîhê Amirî got, ‘’Heke DYA li Iraqê hikûmetekê ava bike, em ê vê hikûmetê birûxînin.’’

Amirî piştî hevdîtinên bi Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAÎŞ’ê yê Serokê DYA’yê Brett McGurk re got, ‘’Em destwerdana DYA’yê ya li avakirina hikûmeta nû ya Iraqê qebûl nakin. Qebîneya hikûmetê ya ku wê bi zexta DYA’yê ava bibe, bi hemû hewldana xwe em ê hewl bidin ku di nav 2 mehan de birûxînin.’’

Ev helwesta Amirî nîşan dide ku li Iraqê avakirina hikûmetê çendî zor e, rojên dijwar li pêş hikûmeta nû ne ya ku wê ava bibe. Ev geşedan her wiha nişana wê ye ku krîza siyasî jî wê bi rehetî çareser nebe.