Li Iraqê sê kes hatin daleqandin

Li girtîgeheke li başûrê Iraqê sê kesên bi tawana 'terorîzmê' girtî, hatin darvekirin.

Înfaz li girtîgeha Nasiriyê pêk hat, ku mehkûmên îdamê dibin wir. Hate diyarkirin her sê kes jî Iraqî ne.

Her sê darvekirin jî i hêla Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ve hatin pejiranin ,ku Salih diyar dike ew ji hêla şexsî ve li dijî darvekirinê ye.

Yek ji kesê ku hatî darvekirin li Nasiriyê sala 2013'an tevlî êrîşa wesayita bombebarkirî bûbû û yê dî tevlî êrîşeke hevşib a li Kerbela bûbû.

Li gorî Rêxistina Navnetewî ya Efûyê li tevahiya cîhanê, li nav welatên ku herî zêde mirov lê hatine darvekirin Iraq di rêza çaran de ye.

Sala 2020'an ji 50'î zêdetir mirov hatin daleqandin. Piraniya wan ji endamên DAÎŞ'ê pêk dihatin.

Li gorî yasayên Iraqê 'terorîzm' û kuştinên biqest dibin sedema darvekirinê.