Li Iraqê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Rayedarên Iraqê ji ber koronavîrusê diyar kirin ku wan li 18 eyaletan heta 28’ê Adarê qedexeya derketina derve îlan kirine.

Li gorî biryara maseya krîzê ya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê derketina derve hatiye qedexekirin.

Dibistan, zanîngeh û balefirgeh jî wê heta 28’ê Adarê girtî bin.

Li gorî daxuyaniya roja Yekşemê 233 kes bi vîrusa koronayê ketine lê li gorî texmînan hejmara rastîn zêdetir e. Ji nav 40 milyonan test bi tenê li ser 2 hezar kesan hatiye kirin.

Serokê Şîî Muktada Sadr bang li alîgirên xwe dike ku bi hev re nimêjê bikin û biçin serdana goristanan.

Wezareta Tendirustiyê nameyek ji Sadr re nivîsand û tê de diyar kir ku bila alîgirên xwe derbarê tevdîran hişyar bike û bihistyar tevbigere.