Li Iraqê pêwîstiya zêdeyî 5 mîlyon zarokan bi alîkariyê heye

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand, pêwîstiya zêdeyî 5 mîlyon zarokên li Iraqê bi alîkariyê heye.

Di daxuyaniya nivîskî ya UNICEF'ê de hat gotin, "Li tevahiya Iraqê, zarok hemû ji rewşeke hovane û şîdeteke dijwar re şahidiyê dikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di nava yek ji şerê herî dijwar ê dema nêz de hatin kuştin, hatin birîndarkirin, hatin revandin, neçar hatin hiştin ku bikujin."

Hat ragihandin, ku li Mûsilê zarok bi zanebûn tên kuştin, ji bo malbatên wan bên cezakirin û pêşî li reva wan bê girtin, tên kuştin.

Li gorî rêxistinên navneteweyî, li herêma Mûsilê ya di nava dagirkeriya DAIŞ'ê de hey, hê zêdeyî 100 hezar sivîl asê mane ku nîvê wan zarok in.

DAIŞ'ê, ji sala 2014'an û vir ve ku herêmeke berfireh a Iraqê dagir kir, zêdeyî hezar zarok kuşt, zêdeyî 1.100 zarok jî birîndar kir.

Tevî vê yekê zêdeyî 4.650  zarok ji malbata xwe hatin qutkirin.