Li Iraqê muzakereyên hikûmeta nû didomin
Partiyên siyasî yên Iraqê ji bo diyarkirina serokwezîrê nû muzakerayan didomînin, tê payîn ku herî dereng roja Pêncşemê dengdayîn were kirin.
Partiyên siyasî yên Iraqê ji bo diyarkirina serokwezîrê nû muzakerayan didomînin, tê payîn ku herî dereng roja Pêncşemê dengdayîn were kirin.
Ji bo diyarkirina serokwezîr li Iraqê gotûbêj didomin. Zexta gel ya li ser desthilatdariyê didome. Ev nêzî du meh û nîvê li dijî desthilatdar û Îranê çalakiyên protestoyê hene. Çalakger dixwazin sîstema nelirêtiyê bi giştî were guhertin.
Serokwezîrê nû wê bi erêkirina Îranê derbas bibe. Fermandarê Mûhafizên Şoreşê Kasim Suleymanî bi xwe hevdîtinan dişopîne.
Heta niha di çalakiyên li dijî hikûmetê de herî kêm 260 kes mirin û 25 hezar kes jî birîndar bûn. Çalakiyên protestoyê roja 1’ê Cotmehê destpêkiribûn. Tevî tundiya polîsan jî çalakgeran 1’ê Mijdarê Serokwezîr Adil Abdûl Mehdî neçarî îstifayê kiribûn.
Parlamentoyê îstifaya Mehdî ku Serokkomar Berhem Salîh nameyek şandibû 4’ê Kanûnê qebûl kiribû. Li gorî destûra bigehîn divê parlamento di nava du hefteyan de serokwezîrê nû diyar bike. Dîroka dawî ango roja dawî Pêncşem e.
Serokkomar Salîh ji parlamentoyê pirsîbû ku koalîsyona herî mezin kîjan e. Li gorî teoriyê divê serokwezîrê nû di nava koalîsyona herî mezin de were hilbijartin. Lê beriya 13 mehan ku parlamento Adil Abdûl Mehdî dema hilbijartî rewşa “koalîsyona mezin” ne diyar bû. Salîh jî piştre Mehdî weke serokwezîr diyar kiribû.
Li aliyê din li parlamentoyê bloka herî mezin di destê lîderî Şîî Mûqteda Sadir de ye. Sadir diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakgerên ku dixwazin sîstem bi temamî were hilweşandin. Li aliyê din bloka milîsên Haşdî Şabî ku Îran piştgiriya wan dike heye. Ev hêza ku li parlamentoyê bloka duyemîn ava dike çalakiyan weke “komploya” hêzên derve dinirxîne.
Ji bo peywîra serokwezîr navê gelek kesan derbas dibe. Di nava wan de wezîrê berê yê 49 salî Mûhammed el Sûdanî heye. Ji niha ve çalakger vî navî naxwazin û dixwazin kesekî “xweser”, “nelirêtî ne kiribe” û “ji 2003’an ve tevlî karê hikûmetê nebîne” were hilbijartin.