Li Iraqê li dijî merasîma cenaze êrîş: 10 mirî, 14 birîndar
Li Şîrkat a li bakurê Iraqê di dama merasîmeke cenaze pêk dihat de, teqînek pêk hat. Di teqînê de herî kêm 10 kes mirin.
Li Şîrkat a li bakurê Iraqê di dama merasîmeke cenaze pêk dihat de, teqînek pêk hat. Di teqînê de herî kêm 10 kes mirin.
Waliyê bajarê Şîrkat Alî Dowdah, anî ziman ku di teqîna dema merasîma cenaze pêk hat de, 14 kes birîndar bûne.
Şîrkat 250 kêlometreyan dikeve bakurê Bexdayê, her wiha 100 kêlometre jî dikeve başûrê Mûsilê. Şirkat dikeve aliyê çemê Dîcleyê.
Bajarê ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an de dagirkirî, di Îlona 2016’an de piştî şerê du rojan dom kir de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû rizgarkirin.