Li Iraqê êrîşeke bi droneyan li ser baregeha DYE'yê hate kirin

Li herêma El Enbarê ya Iraqê li hemberî baregeheke leşkerî êrîşeke bi droneyan hate kirin. Koma bi navê "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Rayedarekî leşkerî yê DYE'yê ji AFP'ê re axivî û got, "Li hemberî hêzên koalîsyonê û Emerîkî yên li baregeha hewayî ya Ayn El Esad" êrîşa bi droneyê hatiye kirin.

Rayedar got, "Tiştek bi kesî û binesaziyê nehatiye."

Mîna bi dehan êrîşên beriya niha, berpirsyariya êrîşa li ser Ayn El Esad jî koma bi navê "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" ya ser bi Haşdî Şabî li xwe girt.

Ji dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Emerîkî û koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê ya navneteweyî yên li Iraq û Sûriyeyê têne kirin.

Komên êrîş dikin jî piştgiriya Washîngtonê ya ji bo Îsraîlê weke hincet nîşan didin.

Washîngtonê jî weke bersiva li van êrîşan gelek caran êrîş bir ser milîsên alîgirê Îranê yên li Iraqê.