Li Iraqê dibistan hatin girtin, wê li ser înternetê perwerde bê dayîn

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 3’an, nimêja Înê jî hate betalkirin. Her wiha hate ragihandin ku wê perwerde li ser înternetê bê dayîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li gelemperiya welat 35 kes bi vîrûsê ketine, anî ziman ku piraniya van kesan Iraqiyên ji Îranê vegeriyabûne.

Ji ber vîrûsê ev hefteyeke dibistan, zanîngeh û salonên sînemayê dîsa cihên qelebalix hatine girtin. Hê jî gelek kafe, xwaringeh û navendên bazirganiyê vekiriye.

Li Iraqê bi awayekî asayî li bendê ye ku roja Yekşemê dibistan vebe, hate ragihandin ji ber belavbûna vîrûsê wê dibistan neyê vekirin. Wezareta Perwerdehiyê ragihand ku wê perwerde li ser înternetê bê dayîn.

Dîsa hate ragihandin ku deriyê sînor ên bi Îranê re wê herî kêm hefteyek din jî girtî bimîne. Her salê bi milyonan Iraqî ji bo geştê berê xwe didin Îranê.

Seferên geştê yên bi Îran, Çîn, Kuwêt, Behreyn û Îtalyayê re qedexe ne.