Li Iraqê di nava rojekê de 42 mehkûm hatin îdamkirin
Li Iraqê, 42 mehkûmên ji sûcên cuda hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn, di nava heman rojê de hatin îdamkirin.
Li Iraqê, 42 mehkûmên ji sûcên cuda hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn, di nava heman rojê de hatin îdamkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Iraqê, gelek kesên ji ber sûcên 'destavêtin-revandin', 'kuştin', 'êrîşa bi wesayita bombebarkirî', 'êrîşa bi madeya teqemeniyê' hatibûn cezakirin, hatin îdamkirin.
Wezaretê ragihand, ku li girtîgeha Nasiriye ya li başûrê welêt, 42 mehkûm hatin darvekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnetsy Înternatîonal) daxuyaniyek weşand û nerazîbûneke tund nîşanî îdaman da. Di daxuyaniyê de ji bo îdaman hate gotin, "Xwepêşandeke şoq a otorîteyên Iraqê, ku nîşan dide bersivê dide gefên li ser ewlekariyê."
Ji nûnerên Amnesty ê Rojhilata Navîn Lynn Maaloûf destnîşan kir, ku bi pêkanîna îdaman re Iraq nabe welatekî hê bi ewle.
Iraq, piştî Komara Gel a Çînê, Îran û Erebîstana Siûdî welatê çaremîn e ku herî zêde îdam lê tê kirin.