Li Iraqê danûstandinên ji bo koalîsyonê dest pê kirin

Piştî hilbijartina parlamentê ya 12'ê Gulanê, danûstandinên ji bo koalîsyonê dest pê kirin. Muqteda El Sadr ê Şîa ku di hilbijartinê de bi ser ket, hewl dide di nava encam û rewşeke tevlîhev de hikumetê ava bike.

Muqteda El Sadr ku di kampanya xwe ya hilbijartinê de giranî da ser têkoşîna li dijî gendeliyê û di hilbijartinê de bi ser ket, di Koalîsyona Fetîh a alîgirê Îranê re ku bû duyemîn, hevdîtin kir. Sadr û serkêşê Koalîsyona Fetîh a ji nava Heşdî Şabî derket Hadî el Amîrî li ser hikumeta nû û rewşa siyasî axivîn. Herduyan jî xwestin ku di demeke kin de hikumet bê avakirin.

Piştî hevdîtinê ji ofîsa Sadr daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Ji bo em xizmetê bidin gel û daxwazên meşrû yên gel bi cih bînin, divê em bi lez û bez hikumetekê ava bikin. Ji bo em karibin bi hevkarî biryarê bidin û pirsgirêkan hê zû çareser bikin, pêwîste em demek ji ya din zûtir hikumetê ava bikin."

Sadr got, "Gelekî girîng e ku hemû blokên li ser xeta neteweyî di hilbijartinê de bi ser ketin tevlî avakirina hikumetê bibin."

Hadî el Amîrî jî diyar kir ku wî Sadr ji ber serketina wî pîroz kiriye û got, "Em hemfikir in ku divê hikumet tavilê bê avakirin."

Li gorî encamên hilbijartina 12'ê Gulanê Sadr û komunîstên ku pê re tifaq kirine, 54 parlamenter derxist. Piştî Sadr, alîgirê Heşdî Şabî 47 parlamenter derxist û bû partiya duyemîn. Lîsteya serokwezîrê heyî Haydar El Ebadî jî 42 parlamenter derxist.

Li gorî oldar Sadr ê 44 salî, ev encam nîşan dide ku reform bi ser ketiye, gendelî qels bûye.

Encameke din a girîng a hilbijartinê jî xemsarî û tevlîbûna qels a li dengdanê bû. Tenê 44 ji sedî yê dengdêran tevlî hilbijartinê bûn.

Li Iraqê piştî her hilbijartinê, danûstandinên ji bo avakirina hikumetê demeke dirêj didomin. Hê ne diyar e bê encameke çawa ji danûstandinan derkeve. Lê belê rewşeke siyasî ya pir alî heye. Îran û DYA paralelî hev hevdîtinan dikin. Serketina Sadr hevsengî guherand.

Li parlamentera ji 329 wekîlan, lîsteya Sadr 20 ji sedî wergirt. Ji bo karibe hikumetê ava bike, pêwîste ji derdorên cuda destekê bigire. Lê belê ev jî têrê nake. Pêwîste bandora DYA û Îranê ya li ser herêmê jî bihesibîne. Washîngton û Tehran ji bo bandorê li ser danûstandinan bikin, sefrînên xwe şandin Bexdayê. Her du jî dixwazin bendê deynin ber Sadr. Sadr hem weke dijberê Amerîkayê, hem jî dijberê Îranê tê nîşandan. Sadr beriya niha bi demekê serdana Erebîstana Siûdî kiribû ku dijminê Îranê yê li herêmê ye û vê yekê rê li ber nerazîbûna Tehranê vekiribû.

Tehran ji bo pêşî li Sadr bigire, li ser lîsteya serokwezîrê Nûrî El Malîkî yê 26 wekîl derxist û lîsteya alîgirê Heşdî Şabî hesaban dike. Du roj piştî hilbijartinê, yek ji berpirsyarên payebilind ên 'Mûxafizên Şoreşê' yên li herêmê Kasim Suleymanî serdana Bexdayê kir û bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt. Sefîrê Amerîkî Brett McGurk jî bi rayedarên Başûrê Kurdistanê û Bexdayê re rûnişt.

Di rewşeke wiha de, Sadr hewl dide formelekê ji avakirina hikumetê re bibîne. Lêkolînera BMI ku saziyeke ramanê ye Raphaele Auberty got, dibe ku Sadr koalîsyoneke berfireh ava bike ya ji lîsteya Ebadî, Sûnî û Kurdan pêk tê. Li gorî Auberty Sadr karibe koalîsyonekê ava bike jî wê rewşa parçebûna siyasî ya li welêt bike ku nikaribe bi hêsanî biryaran bide.

Du partiyên bingehîn ên sûnî ku 35 wekîlên wan hene û Kurdên ku zêdeyî 50 kursî di destê wan de ne, ji bo serweriya li parlamentê weke tifaqên sereke derdikevin pêş.

Serokwezîrê heyî Ebadî ji rojnameya Washîngton Postê re axivî û diyar kir, ew alîgir e ku hikumetek ji teknokratan bê avakirin. Daxwaza Muqteda Sadr jî ev bû.