Li Iraqê çalakger yek bi yek tên înfazkirin

Li Iraqê di nava deh rojên dawî de herî kêm 3 çalakger hatin înfazkirin. Çalakger dibêjin, hêzên alîgirê Îranê yên ser bi hikumetê ve, vê yekê dikin.

Di çalakiyên şermezarkirinê de yên li Iraqê ku zêdeyî du meh in dewam dikin, herî kêm 450 kesî jiyana xwe ji dest da û derdora 20 hezar kes jî birîndar bûn.

Dema dawî bûyerên revandin, çavtirsandin û kuştinê zêde bûn. Di şeva Sêşem û Çarşemê de Alî El Lamî yê 49 salî cenazeyê wî hate dîtin ku şopa sê fîşekan li serê wî hebû. Tê gotin ku El Lamî ji bo tevlî çalakiyên li meydana Tahrîrê bibe rojên dawî li taxa El Şaabê bi cih bû. Li heman taxê hate kuştin.

Hevalê wî Taysîr El Atabî anî ziman ku çalakger ji pişt ve bi sê guleyên li serê wî ketî kuştî hate dîtin.

Li gorî AFP'ê heman çalakgerî got, "Milîsên hikumetê ew kuşt" û bal kişand ser hêzên çekdar ên ser bi Îranê.

Lamî demeke kurt beriya bê kuştin di medya civakî de ji bo çalakiyên aştiyane bang kir.

Lamî bû çalakgerê sêyemîn ku di nava 10 rojên dawî de hate înfazkirin. Di 2'ê Kanûnê de Zahra Alî ya 19 salî tevî bavê xwe hatibû revandin û bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Zahra û bavê wê li meydana Tahrîrê xwarin belav dikir. Her wiha Yekşemê Fehîm El Taî yê 53 salî dema ku diçû mala xwe ya li Kerbelayê ji aliyê du çekdarên bi motorsîkletê hatibû kuştin.

Ji destpêka Cotmehê ve li gelek deverên Iraqê gelek çalakger kuştî hatin dîtin. Her wiha kesên bi çek û unîforma bi dehan çalakger revandin. Piştî demekê jî hatin berdan. Rayedaran îdîa kirin ku wan revandina çalakgeran tespît nekirine.

Li Bexdayê Înê piştî ku çekdaran 20 kes qetil kirin pêleke nû ya revandinê dest pê kir.