Li Iraqê banga ji bo 'xwepêşandana bi beşdariya bi milyonan kesî'

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê kete roja xwe ya 100'î. Xwepêşandêran bi dirûşma 'Iraqeke bêşer' bang li milyonan mirovî kirin.

Xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê ku li paytext Bexdayê û bajarên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Nasiriye, Dîvaniyeyê dest pê kir ketin roja 100'î.

Xwepêşandêrên ku 100 roj in li Iraqê hikumetê şermezar dikin, ji bo îro banga 'xwepêşandana bi beşdariya bi milyonan kesî' kirin.

Kampanya 'xwepêşandana bi beşdariya bi milyonan kesî' ku li ser medya civakî xwe bi rêxistin kir, dirûşma "Em welat dixwain, şer naxwzin" parve kir.

Di xwepêşandanan de heta niha nêzî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan û 20 hezar kes jî birîndar bûn. 26 xwepêşandêr jî bi îdîaya pêşengî ji xwepêşandanan re kirine ji aliyê kesên nenas ve bi sûîqestê hatin kuştin. Aqûbeta 56 xwepêşandêran jî hîn nayê zanîn.