Li Iraqê alarma ji ber koronavîrusê!

Piştî ku li Îranê mirov ji ber koronavîrusê mirin li Iraqê jî tevdîr hatin stendin.

Piştî ku li Îranê mirov ji ber koronavîrusê mirin Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê xwest ku bila hikumet rewşa lezgîn îlan bike. Komîsyonê diyar kir ku bila gel were agahdarkirin, pêşiya belavbûna vîrusê were girtin, saziyên taybet, fermî û medya bi hev re kar bikin.

Li Îranê 4 kes ji ber koronavîrusê miribûn û di 13 kesan de nîşanên koronavîrusê hatibû dîtin. Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê tevdîrên xwe zêde kir.

DERIYÊN SÎNOR HATIN GIRTIN

Piştî ku li Îranê koronavîrus hate dîtin, Iraqê deriyên sînor ên bi Îranê re girt. Serdanên ji Iraqê ber bi Îranê jî heta demeke ne diyar hate sekinandin.