Ji bo xwepêşandanên li Iraqê Îran, DYE û NY ketin nav hewldanan

Xwepêşandanên li Iraqê hê jî didome û êrîşî xwepêşanderan tê kirin.Tê îddîakirin ku alîyên siyasî yên li Iraqê bi qasidiya Îranê li hev kirine. DYE û NY jî xwest bila hilbijartineke pêşwext were kirin.

 

Bexda ya ku paytexta Iraqê û li hemû bajarên başûrê wê yên ku Erebên Şîî lê dijîn di 1’ê Cotmehê de çalakiyên protestoyê yên li hemberî hikumetê hatibû destpêkirin. Polîsên Iraqê û hêzên ewlehiyê bi çekan êrîşî xwepêşander û çalakgeran dikin.

Di nava du rojên dawîn de li qadên Tehrîr, Tîran û Hillanî yên Bexdayê ji ber êrîşên hêzên ewlekariyê 7 kes hatin kuştin û nêzî 100 kes jî birîndar bûn.

KELEHÊN XWEPÊŞANDERAN

Li Qada Tehrîrê ya ku keleha xwepêşanderan e, protesto hê jî didome. Qada Hillanî jî herêma herî ewle ya paytextê ye û nêzî Pira Sînekê ye ya ku saziyên dewlet û dîplomasiyê lê ne.

Polîs bi çekan êrîşî xwepêşanderan dikin û hin îddîa tên kirin ku aliyên siyasî yên Iraqê bi qasidiya Îranê li hev rûniştine û li hev kirine.

Li gorî hin nûçeyên di weşanên Iraqê de bi qasidiya Fermandarê Hêza Qudusê ya Artêşa Mûhafizên Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî aliyên siyasî li hev rûniştine. Li gorî îddîayan ji bo ku Abdulmehdî li ser peywirê bimîne, li hev kirine. Tê diyarkirin ku serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar Abadî li hemberî vê hewldanê bertek nîşan daye.

SÎSTANÎ Û SADR DIYAR KU EV TIŞT NE RAST E

Piştî ku hin nûçe hatin weşandin, buroya çapemeniyê ya Serokê Dînî yê Şîîyan Alî Sîstanî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate kirin ku di vê peymanê de ya ku bi qasidiya Kasim Suleymanî hatiye kirin tu roleke Sîstanî tune.

Koalîsyona Saîrûn a ku Serokî Şîî yê Iraqê Mûkteda Es Sadr jî diyar kir ku nûçeya peymana ji bo ku peywira Abdulmehdî were domandin, ne rast e.

Berdevkê Sadrê Salah Ubeydî jî diyar kir ku El Sadr tevî wê civînê nebûye.

DAXUYANIYA ABDULMEHDÎ

Serokwezîr Adil Abdulmehdî jî diyar kir ku wê daxwazên xwepêşanderan were bicihanîn û di rojên pêş de wê li ser hin wezaretan hin guhertin were kirin. Abdulmehdî diyar kir ku qanûneke nû ya hilbijartinê tê amadekirin û li dijî hêzên ewlekariyê yên ku şîddetê li xwepêşanderan tê kirin jî wê lêpirsîn were destpêkirin.

PÊŞNIYAZA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Berpirsê NY yê li Iraqê Jeanîne Hennîs Plasschaert jî li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku wan hin pêşniyaz li hikumetê kirine. Plashearth diyar kir ku wan ev pêşniyaz li hikumetê kirine, “Divê hemû xwepêşanderên girtî yên piştî 1’ê Cotmehê serbest werin berdan, ji bo bûyerên revandinê lêpirsîn were destpêkirin, hêzên ewlekariyê yên ku şîddet kirine werin tespîtkirin û ceza li wan were birîn.”

Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Iraqê ji 1’ê Cotmehê heta îro 319 xwepêşander hatine kuştin û 15 hezar kes jî birîndar bûne.

Qesra Spî ya DYE jî diyar kir ku divê hikumeta Iraqê şîddetê li xwepêşanderan neke, reformeke hilbijartine bike. DYE banga hilbijartineke pêşwext kir.