Li Iraqê 3 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe ji destdan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê dazanîn ku 33 kesên din bi vîrûsê Koronayê ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest haye.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê dazanîn ku 33 kesên din bi vîrûsê Koronayê ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest haye.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku li seranserî Iraqê 33 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û di heman demê de li navçeya Resafê ya Bexda, bajarê Besre û Dîlanê jî 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniyê, kesên ku heta niha li seranserê Iraqê bi wê nexweşiyê ketine bi vê şeklê ye:
- Navçeya Resaf a Bexdayê: 3 kes
- Navçeya Kerx a Bexdayê: 2 kes
- Taxa Şarî Pizîşkî ya Bexdayê: 2 kes
- Necef: 1 kes
- Besre: 1 kes
- Mûsil: 1 kes
- Silêmanî: 12 kes
- Hewlêr: 10 kes
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê her wiha ragihand ku bi giştî li Iraqê heta niha 266 kes bi nexweşiya Koronayê ketine, ji wana 62 kes baş bûne û 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.