Li Iraqê 13 milîsên alîgirên Îranê hatin destgîrkirin

Li Iraqê ji ber sedema rokêtên dijî berjewendiyên Emerîkayê 13 endamên koma milîsan ên alîgirê Îranê hatin destgîrkirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku xwe spartiye ser kaneke hikûmetê û du rayedarên serwîsa ewlehiyê li Iraqê cara pêşî ji ber ku rokêt avêtine 13 milîsên alîgirên Îranê hatine destgîrkirin.

Hate ragihandin li rojavayê Bexdayê polîsan bi ser malan de girtine û ev kes hatine destgîrkirin û gelek rokêt hatine bidestxistin.

Rayedaran diyar kirin ev kes çekdarên Tûgayên Hîzbûllahê ne, ku ev Tûgayên Hîzbûllahê alîgirê Îranê ne.

Rêveberiya Washîngtonê gelek caran ji ber êrîşên li ser dîplomatên Emerîkî yên li Iraqê û êrîşên rokêtan ên li ser leşkerên Emerîkî ev kom berpirs didît.