Li Idlibê dema konvoya Tirk derbas bû teqîn çêbû
Li gorî saloxan li Idlibê dema ku konvoya artêşa Tirk derbas dibû teqînek çêbûye.
Li gorî saloxan li Idlibê dema ku konvoya artêşa Tirk derbas dibû teqînek çêbûye.
Li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûrî, li Idlibê li nêzî bajaroka Kefernayê teqîn çêbûye.
Dema ku konvoya Tirk derbas bûye, mayineke ku konvoya Tirk kiriye hedef teqiyaye.
Hate gotin zirar gihaye ser konvoya Tirk, hê diyar nebûye bê ka mirî û birîndar hene yan na.