Li ICE’yê bi kêran êriş çêbû: 3 kes bi giranî birîndar bûn

Li bajarê Regensbûrg a Bavyera’yê di trena ku diçû Habûrgê de êrişek çêbû, sedemê wê nehatiye zanîn.

Di trena ICE ya di navbera bajarê Regensbûrg û Nurnberg ên Elmanyayê di êrişa ku bi kêran pêkhatî de 3 kes bi giranî birîndar bûn, gumanbareke 27 salî hat destgîrkirin.

Polîsên Elmanyayê îdîa kir ku êrişkar ‘bi koka xwe Ereb’ e, lê heya niha ne diyare ku sedem çibû ku êrişê rêviyan kiriye.

3 kesên ku di bûyerê de bi giranî birîndar bibûn rakirin nexweşxanê.

Tê gotin ku êrişkar di salonek ya nêzî stasyona trenê ya Seûbersdorfê hatiye destgîrkirin.

Berdevkê navenda polîsan a Pfalz a Jorîn têkildarê piştperdeya bûyerê tiştek negot û ragihand ku lêpirsîn didome.