Li girtîgeha bajaroka Tamara ya Tegûcîgalpaya Hondûrasê di şer de 5 jinên din hatin kuştin.
Ji ber şerê di navbera çeteyên Mara Salvatrûcha û Barrîo 18’ê de 26 jin hatin şewitandin û 20 jin jî bi kêr û çekan hatin kuştin.
Di êrîşê de girtî xistine hucreyan, derî ser wan girtine û agir bi hucreyan xistine. Tedawiya 7 jinan jî li nexweşxaneyê didome.
Serokê Dewletê Xîomara Castro ji ber van bûyeran Wezîrê Ewlekariyê Roman Sabîllon ji peywirê stend.
Di sala 2012’an de li girtîgeha Comayagûa a Hondûrasê jî ji ber şewatê 361 girtiyan mêr jiyana xwe ji dest dabûn.