Li Hindîstanê wê cezayê darvekirinê bidin îstîsmara zarokan
Li Hindistanê ku ji ber îstîsmara li dijî zarokan û kuştinê çalakiyên xwepêşandanê didomin hate gotin ku wê cezayê darvekirine were.
Li Hindistanê ku ji ber îstîsmara li dijî zarokan û kuştinê çalakiyên xwepêşandanê didomin hate gotin ku wê cezayê darvekirine were.
Li eyaleta Keşmîrê ya Hindistanê piştî ku gelek kesan tecawizî keçeke 8 salî kir û hate kuştin ev çend roj in çalakiyên mezin têne kirin. Li gorî polîsên Hîndê, ji bo ku gelê xwecih ku ji wan re Bakarwal dibêjin û debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin, koçber bikin van êrîşan dikin.
Hikûmeta Hîndê jî bi daxuyaniyekê ragihand ji bo zarokan biparêzin Wezareta Dadmendiyê yasayek daye Dadgeha Bilind a ku cezayê darvekirinê bidine cezayên wiha. Li gorî daxuyaniyê ji bo sûcên zayendî yên li ser zarokan cezayê darvekirinê tê.
Li gorî ajansa Press Trust of Îndîayê hikûmetê gotiye Wezareta Dadmendiyê di mijara sûcên giran de yên dijî zarokan ‘pir hesas’ e
Li Hindîstanê cezayê darvekirinê tenê didine kujerên ku ‘bi hovîtî mirov kuştine’ û ‘êrîşên terorîstî’ û ev ceza pir kêm tê bicihanîn.