Li Hindistanê şerê perestgehan didome

Piştî ku du jinan xwestibûn têkevin perestgeheke pîroz a Hîndûîzmê şer çêbûbû. Ev şer hê jî didome.

Hîndûyên kevneşopparêz piştî ku du jin ketin perestgeha Sabarîmalayê roja Çarşemê dest bi çalakiyên protestoyê kiribûn. Di van çalakiyan de li dijî polîsan şer hatibû kirin û roja Pencşemê jî şer domiya. Roja Çarşemê kesek miribû û 15 kes jî birîndar bûbûn.

Dadgeha Bilind biryara qedexekirina têketina jinan a perestgehê betal kiribû. Perestgeha Hîndûyan a li Sabarîmalayê bi qasî 20 salan bûbû meseleya têkoşîneke hiqûqî.

Di 28’ê Îlonê de Dadgeha Bilind diyar kiribû qedexeya têketina perestgehê ya ji bo jinên regl bûne, ne di cih de ye. Gelek perestgeh nahêlin ku jinên regl bûne werin perestgehan.

Gelek Hîndûyên kevneşopparêz roja Çarşemê nehiştibûn ku jin nêzî perestgehan bibin.

Roja Sêşemê jî bi deh hezaran jinan piştgiriya biryara dadgehê kiribûn û zîncîra ji mirovan çêkiribûn. Hikumeta çepgir jî piştgiriya vê çalakiyê kiribû.