Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Hîndîstanê qezaya trenê: Herî kêm 23 kes mirin

Li eyaleta Andra Pradesh a Hîndîstanê, ji ber qezaya trenê herî kêm 23 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya şîrketa rêyên hesinî ya bi navê East Coast Raîlway, treza bi lez Jagdalpûr-Bhûbaneswar, li nêzî gara Kûnerû ya li navçeya Vîzîanagramê ji rê derket. 8 ji 21 vagonên vê trenê qelibîn û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 23 kesên di trenê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê şîrketê diyar kir, gelek kesên ji ber qezayê birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê û sedema qezayê tê lêkolînkirin.

Li Hîndîstanê, ji ber qezayên trenê yên di meha Mijdarê de rû dan, 146 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.