Li Hindistanê piranî jin 37 gerîlayên Maoîst jiyana xwe ji dest da

Li Hindistanê di navbera hêzên dewletê û gerîlayên Maoîst de şerê dijwar qewimîn. Li gorî çavkaniyên fermî 37 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên dewleta Hindistanê, hinek êrîş li ser kampên gerîlayên Maoîst ên li darîstanên eyaleta Maharashtra cih digirin pêk anî. Operasyona dawî şeva Duşemê li Gadchîrolî pêk anî û diyar kir ku di şer de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Têkildarî mijarê heta niha ji gerîlayan ti daxuyanî nehatiye dayîn. Nehat zanîn ku operasyon di kîjan şert û mercan de pêk hatiye û kesên ku jiyana xwe ji dest dane di rastiyê de gerîla ne yan ne.

Gerîla nîv sedsale berxwedan dikin. Rêxistina gerîla ya ku di sala 1967’an de li gundek yê Rojavayê Bengalê derket, xwe kişandin qada daristanî ya ku navê “Korîdora Sor” lê hatî kirin a li navenda Hindistanê û Rojavayê wê.

Meha derbazbûyî, 8 polîs li navenda Chhattîsgarh di encama êrîşek teqemenî ya gerîlayan de jiyana xwe ji dest dabûn.