Li Hindistanê li ser gotegotên WhatsAppê 3 kes hatin lînckirin

Li Hindistanê li ser gotegotên bêbingeh ên li ser WhatsAppê, 3 kes hatin lînckirin. Rayedaran li beşekî welêt înternet birî.

Li ser otegotên di medyaya civakî de ên bi rengê ‘têcirên zarokan hene’ dibe sedema kuştina mirovan.

Berdevkê eyaleta Trîpura ku avaniha eşîran lê xurt e, diyar kir ku înterneta rêveberiya îdarî û xizmeta şandina peyaman ji bo 48 saetan hatiye rawestandin.

Beriya vê biryarê 3 kes li ser gotegotên li ser tora medyayê hatibûn kuştin. Ev ne cara pêşî ye ku ji ber gotegotan mirov têne lînckirin. Li ser gotegorên ku li ser WhatsAppê zû berbelav dibin vê salê 25 kes hatin kuştin. Roja Înê jî li Trûpurê lînc çêbû û bi hezaran kes tevlî linçe bû.

Li Hindistanê revandina zarokan pirsgirêkeke mezin e. Her sal li vî welatî nêzî 90 hezar zarok winda dibin.

Li gel vê jî gotegotên bêbingeh ên li ser tora medyayê di nav civakê de bi rehetî dibe hîsteriya giştî. Bêhtir jî li devera ku êrîş çêdibe kesên ku bi biyanî têne naskirin dibine hedef.