Li Hindistanê lehî: 49 kes mirin

Li bakurê Hindistanê ji ber barana zêde lêhî rabû, rê û avahî hilweşiyan û herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Rayedarên eyaleta Ûttar Pradeş diyar kirin ku ji ber hilweşîna avahiyan, xeniqîn, girtina ceryanê û qezayên trafîkê hinek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa meteorolojî ya Hindistanê ji bo bakurê welat hişyarî da û ragihand ku wê 5 rojên bên barana zêde bidome. Rayedaran li eyaleta Ûttar Pradeş ku nifûsa wê 220 mîlyon e asta metirsiyê derxist asta herî jor û xwest hemû avahiyên bi rîsk werin valakirin.

Li Hindistanê hilweşîna avahiyan car car çêdibin. Bi taybet ji meha Hezîranê heta meha Îlonê baranên mûsonê dibe sedema karesatan.

Li Yenî Delhî çemê Yamûna bi awayekî metirsîdar bilînd bû. Rayedaran metirsî ragihandin û diyar kirin ku wê pêla avê bilind bibe.