Li Hindistanê ji ber baran û hezazê herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber barana bi şid a li bakurê Hindistanê, lehî rabû û erd heziya. Herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî winda ne.

Li Hindistanê ji ber şiliya bi şid kuçe û kolan man di bin avê de, av ket malan. Ji ber rabûna lehiyê û hezazê herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Shîmlayê perestgehek hat xwarê.

Li Çiyayên Hîmalaya yên Hindistanê, ji ber barîna bi şîd û hezazê herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest da. Roja Yekşemiyê li navçeya Solanê ji ber teqîna ewrekî 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gor rayedaran, ji ber hezazê li Shîmlayê ji bin heriyê û xurdikan 12 cenazeyên din hatine derxistin. Hat ragihandin ku 4 kesan jî li herêma Hamîrpûrê jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber hezaza li Shîmlayê perestgeheke Hindûyan hatiye xware û avahî xera bûne. Xebat ji bo xelaskirinê berdewam in. Ji bo kesên dibe ku di bin kavilan de bin, lêgerîn berdewam e.