Li Hindistanê herî kêm 42 kesan ji ber vexwarina alkola sixte jiyana xwe ji dest dan

Li rojavayê Hindistanê herî kêm 42 kesan ji ber vexwarina alkola sixte jiyana xwe ji dest dane û nêzî 100 kes rakirine nexweşxaneyan.

Rayedarên polîsan ragihandin ku li navçeyên Botad û Ahmedabad a li eyaleta Gujaratê ji roja duşemê ve herî kêm 42 kesan ji ber vexwarina alkola sixte jiyana xwe ji dest dane.

Li navçeya Botadê 32 kes ji ber vexwarina alkola sixte jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 kes jî rakirin nexweşxaneyê. Li navçeya Ahmedabadê jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Eyaleta Gujart cihê jidayîkbûna Serokwezîr Narendra Modî ye û di eyaletê de vexwarin û firotina alkolê qedexe ye.

Wezîrê Karên Hundirîn  Harsh Sanghav bi daxuyaniyeke nivîskî wiha got: “Di lêkolînên hatin kirin de derket holê ku bi vexwarina metanolên endustriyê jiyana xwe ji dest dane.”

Sanghav diyar kir ku 97 kes ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê û rewşa 2 kesan giran e.

Di sala 2019’an de li eyaleta Assamê 150 kesan ji ber jehrîbûna alkola qeçax jiyana xwe ji dest dane û par jî li eyaleta Pencapê 98 kesan jiyana xwe ji dest dane.