Li Hindistanê du trên li hev qelibîn: Herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Hindistanê du trên li hev qelibîn, herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest da, 500 kes birîndar bûn.
Li Hindistanê du trên li hev qelibîn, herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest da, 500 kes birîndar bûn.
Li Bhûbaneswarê ku paytexta eyaleta Odîsha ya Hindistanê ye, trêneke rêwiyan û yeke bar li hev qelibîn. Li gor rayedarekê payebilind, herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest daye, 500 kes jî birîndar bûne.
Li gor polîsekê rayedar ê Balasorê, rewşa birîndaran giran e. Dibe ku gelek rêwî jî mabin di bin vagonan de.