Li Hindistanê bûyer: Bi dehan kes mirine

Li Hindistanê piştî girtina yek ji komên herî pêş Gûrmeet Ram Rahim Sîngh û şûnde di bûyerên qewimî de, bi dehan kesan jiyana xweji dest dan.

Piştî ku Sîngh ê di heman demê de lîstikvan û hunermend di encama êrîşa zayendî de hate girtin û şûnde, ji aliyê alîgiran ve xwepêşandan hate kirin.

Di xwepêşandanên li Panchkûla yê hate lidarxistin de, 13 kes mirin, ji 80 kesan zêdetir jî birîndar bûne. Lê li gorî nûçeyên dawî yên çapemeniya Hindistanê ji 30 zêdetir kes mirine, bi qasî 200 kes jî birîndar in.

Ji beriya dadgehkirina Sîngh ê li ser tarîkarta Dera Sacha ji bo pêşiya xwepêşandanên alîgiran bên girtin nêzî 15 hezar endamên ewlekariyê anîbûn bajarê Panchkûla yê.